PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê ji Balafirgeha Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê vekişiyane.
Li gorî agahiyên ku ji qadê hatine wergirtin, ev pêvajoya vekişînê çend roj in berdewam dike û Rûsyayê hejmareke zêde ya leşker, wesayît û alavên xwe yên teknîkî ber bi baregehên xwe yên li parêzgeha Laziqiyê ve veguhestine.
Rûsya ji sala 2019an vir ve, bi hinceta şerê li dijî DAIŞê, Balafirgeha Qamişloyê wekî baregeheke girîng a hewayî û lojîstîkî bi kar dianî.
Ev biryara Rûsyayê di demekê de tê ku agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de di rewşeke nazik de ye û Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hişyariya koçberiya bi deh hezaran sivîlan li herêmê dide.