PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 3yê Sibatê danê êvarê hêzeke Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di çarçoveya peymana dualî ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de derbasî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bû.
Hate zanîn ku ew hêza Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ji 15 wesayîtên leşkerî û 125 endaman pêk tê û bi hevahengiya Ewlekariya Navxweyî ya Qamişloyê ya girêdayî HSDê çûye nav bajarê Qamişloyê.
Hêjayî gotinê ye, beriya hatina hêza Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ji bo rê li ber aloziyan bê girtin, ji saet 06:00ê sibehê heta 18:00ê li Qamişloyê û derdora wê qedexeya derve û çûnûhatinê hatiye ragihandin.
Hêzên navxweyî yên Sûriyeyê doh û pêr jî çûbûn nav her du bajarên Heseke û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê.