Îlham Ehmedê daxwaza destûreke nû û nenavendî kir

Dîroka Weşanê :
Îlham Ehmedê daxwaza destûreke nû û nenavendî kir

PeyamaKurd – Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmed, li 6emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) ya li Dihokê axivî û agahiyên girîng derbarê danûstandinên bi Şamê re par ve kirin.

Ehmedê ragihand ku nêzîkî mehek berê bi hikûmeta Şamê re li ser prensîbên leşkerî lihevkirinek hatiye kirin, lê pêvajo ji ber helwesta Şamê hêdî dimeşe.

Îlham Ehmedê diyar kir ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, bi navbeynkariya hêzên navneteweyî (bi taybetî Amerîka û Fransa), lihevkirinek çêbûye. Li gorî vê yekê, tevlibûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Asayîşê ya di nav sîstema parastina Sûriyeyê de di prensîbê de hatiye pejirandin.

Lê belê Ehmedê destnîşan kir ku pratîkîkirina vê yekê rastî astengan tê û got:

"Di vî warî de gav hêdî tên avêtin. Ev derengketin û carinan têkçûn, ne ji ber me, lê ji ber helwesta Şamê ne. Tevî ku peyman heye, civîn û diyalog bi leza xwestî pêşve naçin."

"Banga empatiyê û destûra nû"

Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmedê bal kişand ser girîngiya aştiya civakî û destnîşan kir ku zihniyeta navendîparêz a Şamê (Israra li ser Madeya 107an) êdî têrê nake û Sûriye hewceyê pergaleke nenavendî ye.

Wê bang li civaka Ereb û pêkhateyên din kir ku empatiyê bi Kurdan re bikin:

"Divê her Erebek xwe bixe şûna Kurdekî. Gava gelên cuda dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin an çanda xwe bijîn, divê ev wekî gef neyê dîtin. Aştiya mayînde bi destûreke nû ya ku mafên hemû pêkhateyan, jinan û kêmneteweyan diparêze pêkan e."

"Sûriye ya me hemûyan e"

Di dawiyê de, Îlham Ehmedê peyama yekîtiyê da û got ku kes nikare bi tena serê xwe Sûriyeyê bi rê ve bibe. Wê tekez kir ku Rêveberiya Xweser ji bo diyalogê, hem bi Şamê re û hem jî bi cîranên wekî Tirkiyeyê re amade ye, bi şertê ku aştî û aramî esas be.