PeyamaKurd – Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed, serdana şanda Parlamentoya Tirkiyeyê ya girava Îmraliyê û hevdîtina li gel Abdullah Ocalan wekî "pêngaveke dîrokî" bi nav kir, lê tekez kir ku mijara çekberdana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) mijareke piraliyî ye û ne bi tenê di destê wan de ye.
Îlham Ehmedê di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Diyar Ciwan diyar kir ku cara yekem e dewleta Tirk û Ocalan bi awayekî fermî û rûbirû li ser çareseriya pirsgirêka Kurd axivîne. Ehmedê got:
"Em vê serdanê erênî dibînin. Ocalan di çareseriyê de xwedî roleke sereke ye û em wekî Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê pêvajoyê."
Li ser îdiayên ku Ocalan daxwaza danîna çekan ji HSDyê kiriye, Îlham Ehmedê helwesta Rêveberiya Xweser zelal kir. Wê destnîşan kir ku HSD hevpeymana fermî y Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û got:
"Çekberdan ne bi tenê meseleyeke ku HSD û Rêveberiya Xweser eleqedar dike. Ev mijar bi qasî me, hevpeymanên me yên navdewletî û hikûmeta Şamê jî eleqedar dike."
Ehmedê herwiha eşkere kir ku danûstandinên wan li gel hikûmeta Şamê (Rêveberiya Demkî) li ser entegrasyona leşkerî berdewam in û ew nêzîkî lihevkirinekê bûne, lê hûrgilî hîn tên gotûbêjkirin.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Îlham Ehmedê bal kişand ser pirsgirêka penaberan û vegera wan. Wê ragihand ku ji bo çareserkirina vê krizê, ew hewl didin deriyên sînor vekin û di vê çarçoveyê de li gel Enqereyê di nava têkiliyê de ne da ku deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê bê vekirin.
Di dawiyê de, Ehmedê amaje bi wê yekê kir ku atmosfera aştiyane ya nû, bandoreke erênî li ser yekrêziya navmala Kurdî jî kiriye û rê li ber diyaloga navbera partiyên Kurdî vekiriye.