PeyamaKurd – Berpîrsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmedê bi peyameke fermî spasiya gelê Kurd û dîasporayê Kurdan kir ji ber helwêsta wan a nîştimanî.
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku hevgirtina gelê Kurd a bi Rêveberiya Xweser û hêzên wê re, di vê qonaxa hesas a li Sûriyeyê de veguheriye "xeteke rasteqîn a parastinê".
Îlham Ehmedê.di peyama xwe de ya ku roja Înê (23yê Rêbendana 2026an) belav kir, bal kişand ser giringiya xebatên siyasî, civakî û medyayî yên Kurdan.
Îlham Ehmedê diyar kir ku ev piştgiriya giştî rûmeta gel û mafê wan ê jiyaneke azad diparêze. Her wiha bang li Kurdan kir ku vê yekîtiya xwe berdewam bikin da ku hemû gefên qirkirinê yên li ser gelê Kurd werin pûçkirin.