PeyamaKurd – Ji ber xwepêşandan û aloziyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, geştên hewayî yên di navbera Tehran û bajarên Herêma Kurdistanê de hatin rawestandin.
Hat ragihandin ku geştên di navbera Silêmanî û Tehranê de bi fermî hatine betalkirin.
Her çend li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê heta niha biryareke fermî nehatibe dayîn jî, rayedarên balafirgehê diyar dikin ku ew li benda talîmatan in û îhtîmaleke mezin heye ku geştên îro werin betalkirin. Rêveberê balafirgeha Hewlêrê, Ehmed Hoşyar, da zanîn ku heta saetên nîvro tu geşt nehatiye rawestandin, lê çavkaniyên navxweyî dibêjin dibe ku Îran bi xwe ji ber rewşa welat geştan bide sekinandin.
Li aliyê din, hat diyarkirin ku ji bilî Herêma Kurdistanê, gelek şirketên hewayî yên Ewropî û Tirk jî geştên xwe yên ber bi Tehranê ve sekinandin.