PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li devera Mîrawayê ya sînorî ya bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, du kolber ji ber bahoza berfê mirin û du kolberên din jî birîndar bûn.
Komek kolber di bin berfê de mabûn û termê du kolberan hate dîtin. Nasnameya kolberê duyemîn ê mirî hat eşkerekirin.
Komeke kolberan 26ê Kanûnê dema ku ji devera Mîrawayê ya sînorî ya girêdayî bajarê Serdeştê derbas dibûn, ketin ber bahoza berfê. Ji ber giraniya wê bûyerê û keşûhewayê xirab, çar Kolber di bin befrê de asê bûn.
Çavkaniyan piştrast kir ku, di wê bûyerê de du Kolber mirine û du yên din jî birîndar bûne. Birîndar di bin çavdêriyê de ne, lê nasnameyên wan hîn jî bi fermî nehatine ragihandin.
Li gorî zanyariyên şeş mehên îsal, hejmareke berçav a kolberan ji ber bûyerên xwezayî mirine.
Di vê heyamê de, 37 kolber li deverên sînorî yên parêzgehên Azerbaycana Rojava, Sine (Rojhilatê Kurdistan) û Kirmaşanê bûne qurbanî.
Ji tevahiya wê hejmarê, 17 kolber mirine û 20 kolber jî birîndar bûne.