Komkujiya Roboskê: Piştî 14 salan edalet nehat, êşa malbatan berdewame

Dîroka Weşanê :
Komkujiya Roboskê: Piştî 14 salan edalet nehat, êşa malbatan berdewame

PeyamaKurd- Şeva 28ê Kanûna 2011an, balafirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Heftanînê ango navçeya Qileban a Şirnexê welatiyên sivîl ên Kurd ên ku debara xwe bi bazirganiya ser sînor dikirin bombebaran kir.Di bombebaranê de 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn can dabûn.

Di ser komkujiya gundê Roboskê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê re 14 sal derbas bûn. Bi ser vê komkujiya ku kete dîrokê de tam 14 sal derbas bûne û hê jî êş û birîna malbatên Roboskê zindî ye. Heta niha berpirs an jî rayedarekî Tirk nehatiye cezakirin.

Berevajî vê yekê, pileyên fermandarên ku wê demê di artêşa Tirkiyeyê de berpirs bûn hatine bilindkirin.

Her sal 34 qurbaniyên komkujiyê li goristana gundê Bêjuhê bi çalakiyên cuda tên bibîranîn.

Îsal jî li gundên Roboskê û Bêjuhê merasîmên bîranînê têne lidarxistin. Malbatên qurbaniyan her sal li ser goran banga edaletê dikin, wêneyên zarokên xwe ji ber sînga xwe kêm nakin û dixwazin berpirsên komkujiyê bên darizandin.

Doza Roboskê hate firotin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 17ê Gulana 2018an bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe de amade nekirine, dosyeya Doza Roboskê red kiribû. Redkirina dozê di navbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Şirnexê de bûbû sedema aloziyan û aliyan hev bi xemsariyê tohmetbar kiribû. Malbat dibêjin, doza Roboskê hatiye fiotin û ew bi tenê hatine hiştin.