PeyamaKurd – Rêya Hakkariyê ya ji Geverê diçe Şemzînanê, rêya navbera Wan û Miksê û rêya navbera Bedlîsê û Hîzanê bi sedema barîna berfê û aşîtên ketine nava rê, bo trafîkê hatin girtin.
Tîmên vekirina rêyan dixebitin da rêyan ji berfê û aşîtan vekin. Rêya navbera Geverê û Şemzînanê bi taybetî li Buhira Harûna zêde berf dibare û aşîtên berfê dikevin nava rê.
Rayedar radigihînin ku ji ber talûka aşîtê kes dernê ser rê. Hetta di wexta mînîbusekî di rêya Hîzan û Miksê de li devera Kalkanlı derbas dibû, qismekî mînîbusê di bin aşîtê de ma. Li ser xeberê, tîmên rêyên bejayiyê û şaredariyê dixebitin da rê vekin.