Li Hewlêrê civîna amadekariyên Sersal û Krîsmesê hate lidarxistin

Dîroka Weşanê :
Li Hewlêrê civîna amadekariyên Sersal û Krîsmesê hate lidarxistin

PeyamaKurd- Bi seroktiya parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û amadebûna cîgirên parêzgar û alîkarê parêzgar, îro 15ê Kanûnê derbarê merasîma krîsmesê û şeva sersalê û amadekariyên xatirxastina 2025an û pêşwazîkirina li sala nû hate lidarxistin.

Civîn, li dîwana parêzgehê li gel qaymeqamê navendî, rêvebirên geştûguzarê, tendirustiyê, serokê şaredariyê û rêvebirên polîs û çûnûhatinê û Berevaniya Şaristanî, cîgirê rêveberiya asayîş û berpirsên din ên hêzên navxwe hate kirin.

Di civînê de, ji bo parastina milkê welatiyan û geştiyaran û pêşîgirtina her bûyereke nexwestî û neqanûnî û girtina tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst, erkê hemû hêzên ewlehiyê (polîs, ewlehî, Zerevanî, polîsên awarte, çalakiyên sivîl, trafîk, parastina sivîl û tîmên tenduristiyê) hatin axaftin. Di vî warî de, parêzgarê Hewlêrê tekez kir ku alî, ji bilî plan, bername û prosedurên xwe, pêşwazîya hejmareke mezin ji geştiyaran bikin ku salane bi boneya Sersalê ji navend û başûrê Iraqê û welatên din têne paytexta Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha destxweşî li hêzên ewlehiyê û dezgehên xizmetguzariyê ji bo bicihanîna erkên wan kir û welatiyên Hewlêrê piştrast kir ku malên wan bi hemû hêza xwe têne parastin û xwe dispêrin şiyan û hişyariya hêzên ewlehiyê.

Herwiha piştî gotûbêjkirina diyardeyên rewşa trafîk û bazar  û derê mizgeftan û cihên geştiyariyan, tekezî li pêşîgirtina li wan diyardeyan hatiye kirin, ku hindek kes fêr bûne, ji ber wê jî parêzgarê Hewlêrê aliyên pêwendîdar spardiye ku li gor qanûn û rênimayên derbasdar tedbîrên pêwîst bigirin da ku diyardeyên parsekiyê ji holê rakin.

Hêjayî gotinê ye ku her sal li Hewlêrê, mîna paytextên pêşketî yên cîhanê, amadekariyên şeva sersalê û pêşwazîkirina sersalê têne kirin û sektora taybet festîval û pîrozbahiyên girseyî li dar dixe. Her sal, Rêveberiya Xwecihî ya Hewlêrê Keleha dîrokî ya Hewlêrê, baxçeyê bajêr û piraniya cihên giştî yên din ên li Hewlêrê bi vê boneyê dixemilîne, ku di şevê de ji bilî nîşandana bedewiya paytext û ewlehî û aramiya Hewlêrê, bala cîhanê kişandiye.