Li Mêrdînê otomobil û treyler li hev ketin: 2 mirî û 3 birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Li Mêrdînê otomobil û treyler li hev ketin: 2 mirî û 3 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artukluyê otomobil û treyler li hev ketin û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn ku rewşa 2 birîndaran girane.

Di serê qezayê de Melek Durmuş (26) can da û di peyde Ayşenur Kutukcu (26) birin nexweşxanê û ew jî li nexweşxanê can da.

Di qezayê de cesedên kesên mirin, birin morga nexweşxana Mêrdînê ya perwerdê û lêkolînê.

Rewşa birîndaran ya M.H.S. (22) û K.C.S. (24) baş nîne lê rewşa B.Ç. (26) ji aliyê mirinê de başe û dermankirina birîndar dewam dike.