Li Qamişlo xwepêşandana malbatên şervanên HSDê yên winda

Dîroka Weşanê :
Li Qamişlo xwepêşandana malbatên şervanên HSDê yên winda

PeyamaKurd- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, malbatên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku aqubeta zarokên xwe nizanin xwepêşandanek li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar xistin.

Malbatan daxwaza eşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe kirin ku di şerên dawî li gel hêzên hikûmeta Sûriyeyê de, dîl ketine yan jî winda bûne.

Xwepêşanderan bi hildana wêne û pankartan bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kirin ku fişarê li hikûmeta Şamê bikin, daku girtî û dîlan azad bike. Herwiha malbatan ji ber kêm agahî û bêdengiya berpirsan nerazîbûn nîşan da.

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên dawî yên artêşa Sûriyeyê bi ser xalên HSDê li gundewarên Heleb, Reqa û Dêrezorê de, tê gotin ku bi sedan şervanên HSDê di van rûdanan de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine girtin yan jî di dema vekişînê de winda bûne.

Malbat dibêjin, heta hemû dîl neyên berdan û çarenivîsa windahiyan neyê eşkere kirin, ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Ew herwiha daxwaz ji fermandariya HSDê jî dikin ku bi awayekî cidîtir li ser vê dosyayê bixebite û malbatan agahdar bike.