Mesrûr Barzanî derçûyên Zanîngeha Selahedîn pîroz kir

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî derçûyên Zanîngeha Selahedîn pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî derçûyên Zanîngeha Selahedîn pîroz kir û got, "Hûn hêza pêşkeftin û geşedana zêdetir a Kurdistanê ne."

Doh (Yekşem, 23ê Mijdara 2025an), merasîma derçûna 44emîn a Zanîngeha Selahedîn li Stadyuma Franso Herîrî ya li Hewlêrê hate lidarxistin.

Serokwezîr Barzani di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X parve kir, xwendekarên ku ji Zanîngeha Selahedînê derçûne pîroz kir.

Di peyama xwe de, Mesrûr Barzani got, "Hûn hêza pêşkeftin û geşedana zêdetir a Kurdistanê ne."