PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku di dabeşkirina kursiyan di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de dadperwerî tune bû û tekez kir ku ew ê tu guhertinek di encamên hilbijartinê de qebûl nekin. Ev daxuyanî di dema 6emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) de hat dayîn, ku ji hêla Zanîngeha Kurdistan-Amerîkî ve li Dihokê tê lidarxistin.
Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ku nûnerên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê û deverên cuda yên cîhanê, di nav de serokên ENKSyê û serokên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li Dihokê di vê forumê de amade ne. Wî diyar kir ku armanca sereke ya Foruma MEPSê nîqaşkirina aştiyê û pêşxistina wê ye.
Barzanî got:
"Em pêşwaziya hemû aliyên ku beşdarî foruma MEPSê ya li Dihokê tê lidarxistin dikin. Armanca forumê ew e ku beşdarî avakirina aştiyê bibe. Em kêfxweş in ku nûnerên Kurd ji deverên cuda yên cîhanê, serokên ENKSyê û serokên HSDy, ku niha li Dihokê ne, pêşwazî dikin. Beşdarbûna wan pêşkeftinekr erênî ye. Em hêvî dikin ku li Rojhilata Navîn aştî çêbibe."
Serokwezîr destnîşan kir ku divê Kurd nêzîkî hev bibin û diyar kir ku her kes ji bo nêzîkbûnê amade ye, her çend dibe ku hin mijar hebin ku hewceyê nîqaşên kûrtir in.
Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de, Mesrûr Barzanî ragihand ku ew bi rayedarên hikûmeta Iraqê re civînên girîng pêk anîne. Wî got ku komîteyên nirxandinê hatine avakirin da ku bi partiyên din re bicivin û ew ê guh bidin hemû aliyan da ku pêvajoya pêşerojê zelal bibe.
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berê daxuyaniyek dabû û hişyarî dabû li ser hewildanên destwerdan û guhertina encamên hilbijartinê, nemaze yên têkildarî kotayan. PDKyê ev yek wekî "xeta sor" binav kir.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku her çend di qanûna hilbijartinê de dadperwerî tune be û dabeşkirina kursiyan neheq bû, PDK bi zêdetirî 1,100,000 dengan 27 kursî bi dest xistiye, lê partiyên din bi dengên kêmtir heman hejmara kursiyan an jî zêdetir bi dest xistine. Wî got:
"Di dabeşkirina kursiyan de edalet tune bû, lê ev pirsgirêkeke qanûnî ye û divê hewl were dayîn ku ev neheqî were sererastkirin. Lêbelê, li gorî tiştên ku heta niha hatine ragihandin, em wekî PDK destwerdana di encamên hilbijartinê de qebûl nakin."
Derbarê avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî got ku her çend derengî çêbûbe jî, ew hêvî dikin ku rojek berî rojekê were damezrandin. Wî anî ziman ku PDK ji destpêkê ve xwestiye ku hikûmet zû dest bi kar bike û divê partiyên din jî vê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.