Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Dîlan Yeşîlgozê kir

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Dîlan Yeşîlgozê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya peyamekê li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”ê, pîrozbahî li siyasetmedara Kurd Dîlan Yeşîlgozê kir.

Mesrûr Barzanî ev peyam bi boneya destbikarbûna Yeşîlgozê ya wekî “Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Berevaniya Holandayê” weşand.

Serokwezîr Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku “em nirxekî mezin didin peywendiyên xwe yên li gel Holandayê” û hêviya xwe anî ziman ku hemahengiya di navbera her du aliyan de her gav berdewam bike.

Dîlan Yeşîlgoza ku ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, wekî yek ji jinên herî bi bandor di siyaseta Ewropayê de tê naskirin.