PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyariyeke tund derbarê rewşa bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de da û ragihand ku ji ber girtina hemû rêyên bejayî, bajar di nava krîzeke kûr a mirovî de ye.
Berdevkê Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY Ferhan Heq, di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku zêdetirî hefteyekê ye elektrîk, av û înternet li Kobaniyê hatine qutkirin û gihîştina gel a bi xizmetên bingehîn hatiye astengkirin.
Heq destnîşan kir ku li gorî raporên Ofîsa Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), li bajêr kêmasiyeke giran a xwarin û dermanan derketiye holê.
Her çend navendên tenduristiyê hîn vekirî bin jî, ji ber nebûna dermanan xebatên wan di bin metirsiyê de ne.
NYyê ragihand ku ji bo vekirina korîdoreke mirovî û gihandina alîkariyan, ew bi rayedarên hikûmeta Şamê re di têkiliyê de ne û daxwaza "gihîştina tam" a bo herêmê dikin.