PDK û YNK li ser maseya bazarkirinê ne: Şertên PDKyê aşkere bûn

Dîroka Weşanê :
PDK û YNK li ser maseya bazarkirinê ne: Şertên PDKyê aşkere bûn

PeyamaKurd – Di hevdîtina dawî ya di navbera endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî de, "nexşerêya" PDKyê ya ji bo çareserkirina krîza serokkomariyê derket holê. PDK amade ye namzedên xwe vekişîne, lê di berdêla vê de sê daxwazên sereke ji YNKyê dike.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên taybet hatine girtin, PDKyê bi eşkereyî ji YNKyê re ragihandiye: "Heta li Hewlêrê lihevkirin çênebe, li Bexdayê piştgirî nîne." PDKyê her du namzedên xwe, Dr. Fuad Husên û Newzat Hadî, wekî "kartekê" li ser maseyê hiştine û şertê vekişandina wan bi sê gavan ve girê daye:

  1. Aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û dayîna posta Serokatiya Parlamentoyê ji bo YNKyê.
  2. Piştgiriya YNKyê ya ji bo hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêmê.
  3. Erkdarkirina Mesrûr Barzanî ji bo avakirina kabîneya 10emîn.

Bi tenê 22 rojên YNKyê hene ku li ser van şertan biryarê bide. Heger lihevkirin pêk neyê, PDK dê bi namzedên xwe re biçe Bexdayê û pêşbirkê bidomîne.