PeyamaKurd – Çekdarên rejîma Îranê li bajarê Şinoyê û gundên derdora wê, 4 Kurdistanî desteser kirin û ew neqlî cihekî nediyar kirin.
Li gorî Saziya Mafên Mirov a Hengawê, di nav girtiyan de zarokekî 16 salî yê bi navê Sirac Îlyasî jî heye ku li gundê Hesenavayê hatiye girtin.
Herwiha kesên bi navê Şaho Îbrahîmî, Feraan Çupan û Şafî Ehmedî jî bêyî biryara dadgehê hatin binçavkirin.
Hengaw bi bîr dixe ku birayê Şaho Îbrahîmî jî du hefte berê hatibû girtin. Heta niha derbarê çarenivîs û sedema girtina van welatiyan de tu zanyarî nehatine bidestxistin.