Senatorê Amerîkî: Ji bo dayîna vîze û pasaportê ji Mezlûm Ebdî re hewl tê dayîn

Dîroka Weşanê :
Senatorê Amerîkî: Ji bo dayîna vîze û pasaportê ji Mezlûm Ebdî re hewl tê dayîn

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkayê Marlin A. Stutzman got ku ew li hemberî wan tiştên di 45 rojên borî de qewimîn û êrîşî Kurdan hate kirin matmayî bûye.

Senatorê Amerîkayê Marlin A. Stutzman ji Rûdawê re li ser vexwendina Konferansa Ewlehiyê ya Cîhanî ya Munîhê got, vexwendina General Mezlûm Ebdî nîşaneke erênî ye û ragihand, hewl tê dayîn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî vîze û pasaportê wergire.

Stutzman daye zanîn: "Li gorî agahiyên ku ji me re hatine, General Mezlûm û Şeybanî (Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê) dê bi hev re herin Konferansa Munîhê. Em hêvîdar in ku ev destpêka tiştekî gelek erênî be. Ez hîn jî hinekî matmayî me li hemberî wan tiştên ku di 45 rojên borî de qewimîn û çima êrişî Kurdan hate kirin. Lê niha ji nişka ve em careke din dibînin ku hewl tê dayîn ku piştrast bibe ku vîze û pasaporta Mezlûm hebe û bi Wezîrê Karên Derve re geştê bike. Bi ya min, ev hemû nîşanên erênî ne lê belê ev hîn tenê destpêk e."