PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hişyarî da ku nêzîkî 230,000 xwendekar li Hesekê û Kobaniyê ji ber veguherandina dibistanan bo kampên penaberan ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mane.
SOHR raporek bi taybetî li ser rewşa perwerdehiyê li Hesekê û Kobaniyê weşand û hişyarî da ku "karesatek perwerdehî û mirovî" çêdibe.
Li gorî raporê, ji ber neçareserkirina rewşa penaberan û veguherandina dibistanan bo kampên penaberan, zêdetirî 230,000 xwendekar nikarin beşdarî dersan bibin.
Tê gotin ku nêzîkî 72,000 xwendekar li Kobaniyê û nêzîkî 230,000 xwendekar li Hesekê û Qamişloyê ji perwerdeyê bêpar mane.
SOHR ev daneyan pêşkêşî civaka navneteweyî û Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) kir û hişyarî da ku bêparkirina 230,000 zarokan ji perwerdeyê wê bibe sedema zêdebûna keda zarokan û belavbûna nexwendinê.
Çavdêrgehê bang li hemû aliyên leşkerî kir ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî bi cîh bînin û ji bo dabînkirina stargeh ji bo kesên koçber ên dûrî dibistanan, tedbîrên lezgîn bigirin.