SOHR: Sektora tenduristiyê li Kobaniyê hilweşiya; pitikên nûbûyî jiyana xwe ji dest didin

Dîroka Weşanê :
SOHR: Sektora tenduristiyê li Kobaniyê hilweşiya; pitikên nûbûyî jiyana xwe ji dest didin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hişyariyeke xetere derbarê hilweşîna pergala tenduristiyê ya li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de da.

Li gorî raporên SOHRê, dorpêça giran a li ser bajêr bûye sedema destpêkirina mirina zarokan. Bijîşkekî ji Nexweşxaneya Hêvî ya Kobaniyê ji SOHRê re piştrast kir ku çar zarokan ji ber sermayê û birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye.

SOHRê bal kişand ser rewşa nexweşxaneyan û eşkere kir ku pitikên nûbûyî ji ber qutbûna elektrîkê û nebûna oksîjenê dimirin.

Hat ragihandin ku li bajêr şîrê zarokan û dermanên bingehîn bi temamî qediyane. Her wiha ji ber qutbûna avê, sivîl neçar mane ava qirêj vexwin ku ev yek rîska nexweşiyên giran zêde dike.

Ev karesata mirovî di bin dorpêça komên çekdar ên bi ser HTŞyê de pêk tê, di heman demê de pevçûnên li gundewarê bajêr di navbera HSD û hêzên hikûmetê de berdewam dikin.