Tîma nivîsandinê ya Komîsyona Pêvajoyê wê cara 6emîn bicive

Dîroka Weşanê :
Tîma nivîsandinê ya Komîsyona Pêvajoyê wê cara 6emîn bicive

PeyamaKurd - Tê payîn ku civîna 6emîn a tîma nivîsandinê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê roja Çarşemê 11ê Sibatê were lidarxistin.

Tê payîn ku tîma nivîsandinê ya Komîsyona Pêvajoyê civîna xwe ya 6emîn roja Çarşemê 11ê Sibatê li dar bixe.

Ev civîna 6emîn ku tê payîn ku civîna dawîn a Komîsyonê be, wê raporê temam bike.

Civîn wê ji hêla Serokê Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM), Numan Kurtulmuş ve were birêvebirin.

Rapora ku ji hêla tîma nivîsandinê ve hatiye amadekirin wê pêşî ji endamên Komîsyonê re û dûv re jî ji Parlamentoyê re were pêşkêşkirin.