PeyamaKurd- Parêzgariya Helebê ya Sûriyeyê Xêro Elî Dawid wekî berpirsê nû yê herêma Efrînê destnîşan kir.
Biryara hikûmeta Sûriyeyê doh bi fermî hat eşkere kirin û Xêro Elî li şûna Mesûd Betal bo herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê hate erkdarkirin. Bi vê guherînê re, di serokatiya îdarî ya herêmê de qonaxeke nû dest pê kir ku çavê herêmê li ser çalakiyên rêveberiya nû ye.
Xêro Elî Dawid kî ye?
Xêro Elî Dawid ê ku wekî berpirsê nû hatiye erkdarkirin, sala 1993yan ji dayîk bûye û xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Îdlibê ye. Dawid ku berê di Rêveberiya Karûbarên Siyasî ya Parêzgariya Helebê de wekî berpirsê ofîsa çalakiyan kar kiriye, xwedî ezmûneke siyasî û îdarî ye. Herwiha hat diyarkirin ku Dawid bi eslê xwe ji gundê Qerzêlê yê Efrînê ye, lê malbata wî niha li gundê Bircê yê herêma Babê dijîn.