Yanzdeh sal ji ser rizgarkirina Kobaniyê derbas bûn

Dîroka Weşanê :
Yanzdeh sal ji ser rizgarkirina Kobaniyê derbas bûn

PeyamaKurd – Yanzdeh sal ji rizgarkirina Kobaniyê bi piştgiriya Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji rêxistina terorîst DAIŞê derbas bûn.

Di Îlona 2014an de, DAIŞê êrîşeke berfireh li ser Kobaniyê û derdora wê da destpêkirin û nêzîkî 350 gund dagir kirin.

Piştî êrîşa DAIŞê, nêzîkî 400,000 kes ji malên xwe reviyan û derbasî Rihayê bûn.

Her ku êrîşên DAIŞê roj bi roj zêde dibûn, herêma ku wan dagir kiribû jî berfireh dibû.

Di 22ê Cotmeha 2014an de, Parlamentoya Kurdistanê, bi talîmatên Serok Barzanî, biryar da ku hêzên Pêşmerge bişîne Kobaniyê.

Pêşmergeyên ku ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakur (Bakurê Kurdistanê) bûn, bi nîşandana hezkirinê ya bi coş ji aliyê gelê Kurd ê li bajarên wir ve hatin pêşwazîkirin û di 28ê Cotmeha 2014an de ketin Kobaniyê.

Di 26ê Çileya 2015an de, bajarê Kobaniyê piştî şerekî wêranker ku nêzîkî çar mehan dom kir, ji aliyê hêzên Kurdî ve bi tevahî ji dagirkeriya DAIŞê hate rizgarkirin.

Ev şer, ku wekî "Serkeftina Kobaniyê" dihat binavkirin, di heman demê de yekem têkçûna mezin a DAIŞê bû ku beşek girîng ji axa Sûrîye û Iraqê dagir kiribû û pêşve diçû.

Piştî yanzdeh salan, Kobanî hîn jî di bin dorpêça Artêşa Erebî ya Sûrîyeyê û komên dilsoz ên hikûmeta Şamê de ye.

Serok Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Îtalyayê de di 23ê Çile de, di derbarê rewşa krîtîk a li Rojava de daxuyaniyên girîng da çapemeniyê, hişyarî da ku gefa DAIŞê dîsa gihîştiye lûtkeya xwe û di derbarê Kobaniyê de got, "Heke derfeta min hebûya, min ê îro jî hêz bişanda wekî ku min di sala 2014an de kir."