PeyamaKurd- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed banga destwerdan û parastina Kurdan li civaka navdewletî kir û got, ‘Gelê Kurd bi tenê hatiye hiştin’.
Îlham Ehmed ji bo rawestandina êrîşên li ser Kurdan û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan û vegera li maseya diyalogê bangeke lezgîn kir.
Îlham Ehmed di civîneke çapemeniyê ya bi rêya Zoomê de got, li Hesekê kombûna herî mezin a çeteyan heye û hişyarî da ku ev yek rîskeke mezin li ser ewlehiya cîhanê çêdike.
Ehmed bi bîr xist, gelê Kurd ê ku bi hezaran berdêl dan, niha bi tenê hatiye hiştin.
Îlham Ehmed diyar kir ku serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera şertên rakirina cezayan li ser Sûriyeyê bi cih neanîne û got, baweriya gelê Kurd bi hêzên ku DAIŞ di nav wan de hene, nayê.
Herwiha Ehmed ji AFPê re jî ragihandiye ku ew bi Îsraîlê di nav danûstandinê de ne û ji her alîkarî û piştevaniyê re vekirî ne.
Ehmed got: "Ji dewleta Îsraîlê hinek rayedaran bi me re têkilî danîn û ger ev hevdîtin veguhere piştevaniyê, em ê ji alîkariya her aliyekî re vekirî bin.”