PeyamaKurd-Rayedarên Tirkiye, Almanya û Yunanîstanê, li Brukselê hevdîtineke sêalî kirin. Hat diyarkirin ku hevdîtin, li ser zindîkirina pêwendiyan hatiye lidarxistin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Berdevkê Wezareta Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, Şêwirmendê Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve Jens Plotner û Dîrektora Ofîsa Dîplomatîk a Serokwezîrtiya Yunanîstanê Anna Maria, li Brukselê hatine gel hev.
Hat zanîn ku di hevdîtina sêalî ya navbera rayedarên Yunanîstan, Tirkiye û Almanyayê de li ser zindîkirina qenalên pêwendiyê hatiye kirin.
Li ser naveroka hevdîtinê û encamên ku derketin pêş, agahiyên zelal nehatin parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin