PeyamaKurd – Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman bi rêya pêwendiyeke telefonê serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî pîroz kir.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li ser wê pêwendiya telefonî bi daxuyaniyekê ragihand, Mihemed bin Selman ji bilî pîrozbahîkirinê, tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Iraq û Sûdiyê de kir.
Kazimî jî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera Bexda û Riyadê kiriye.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin ku Welîehd Prensê Sûdiyê behsa rola Iraqê li herêmê ji bo nêzikirina nerînan kiriye ku wekî roleke sereke û bingehîn bi nav kiriye.
Mihemed bin Selaman herwiha Serokwezîrê nû ya Iraqê bo serdanekê fermî vexwend Erebistana Siûdî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin