Behr El Ulûm rola dîrokî ya serkirdatiya Serok Barzanî bi bîr xist

Behr El Ulûm rola dîrokî ya serkirdatiya Serok Barzanî bi bîr xist

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Nîsanê li Selahedîn pêşwazî li şanda Korbenda Behr Ul Ulûm a bi serokatiya Dr. Îbrahîm Behr El Ulûm kir.

Di hevdîtinê de şanda mêvan tevî amajekirina bi pêwendiyên dîrokî yên navbera Serok Barzanî û kesayetê mezin ê Iraqî rehmetî Mihemed Behr El Ulûm, pêzanîna xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî bo pêşvebirina kultura pêkvejiyanê û diyaloga navbera pêkhateyên Iraqê û çareserkirina kêşeyan nîşan da û daxwaz kir ku Serok Barzanî weke serkirdeyekî dîrokî û lêvegerê siyasî rola xwe di çareserkirina kêşeyan de bibîne.

Herwiha di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê, geşedan û guhertinan gotûbêj hat kirin û li ser kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê tekezî li ser rêçareya diyaloga piralî li ser bingeha destûrê hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin