Agir bi kargeheke tekstîlê ket û di encamê de 4 karkeran can dan

Agir bi kargeheke tekstîlê ket û di encamê de 4 karkeran can dan

PeyamaKurd Li navçeya Gungorenê ya Stenbolê, agir bi kargeheke tekstîlê ket û di encamê de 4 karkeran can dan.

Parezgariya Stenbolê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, li herêma pîşesazî ya Gungorenê di kargeheke tekstîlê de şewat derket û di encamê de 4 karkerên biyanî yên ku ketibûn tuwaletê û derî li ser xwe girtibûn can dan.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, do di saet 16.30an de şewat hat kontrolkirin û 6 karkerên ku di şewatê de birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha hat destnîşankirin, karkerekî li qereqolê di îfadeyên xwe de got ku wî dîtiye hejmarek karker ji bo xwe ji agir biparêzin ketine tuwaletê û derî li ser xwe girtine.

Piştî agahiyê xebatên lêgerînê dîsa destpêkirin û hat dîtin ku 4 karkerên biyanî yên di tuwaletê de derî li ser xwe girtin, ji ber dûmanê jehrî bûne û can dane.

Parêzgariya Stenbolê eeşkere kiriye, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku derbarê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin û der barê xwediyê kargehê de ji Serdozgeriya Komarê re serlêdana sûcê hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin