Amerîkayê êrîşa ser nexweşxaneya Îlamê ya wek "Sûcê li dijî mirovahiyê" pênase kir

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê  êrîşa ser nexweşxaneya Îlamê ya wek "Sûcê li dijî mirovahiyê" pênase kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Amerîkayê nerazîbûneke tund nîşana êrîşa hêzên ewlehiyê yên Îranê ya ser Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê da. Wezareta Derve ya Amerîkayê ev êrîş wekî "sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê" û binpêkirina qanûnên navneteweyî bi nav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, hêzên Îranî bi gaza rondikrêj û çekan êrîşî nexweşxaneyê kirine, karmendên bijîşkî îşkence kirine û xwepêşanderên birîndar ên ku ji herêmên wekî Melekşahî hatibûn veguhastin, di odeyên nexweşxanê de girtine. Wezaretê destnîşan kir ku nexweşxane ne qadên şer in û reftara Tehranê ya li Rojhilatê Kurdistanê wekî "bêrêziya li hemberî jiyana mirovan" pênase kir.

Di heman demê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hişyariyeke dawî da rayedarên Tehranê û ragihand:

Em van bûyeran ji nêz ve dişopînin. Heger kuştina mirovan wekî berê berdewam bike, Dewletên Yekbûyî dê bi tundî bersivê bide û li wan bixe."