PeyamaKurd- Ji Konsolosxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê daxuyaniyek hat belavkirin û hat gotin ku "Em çaverê ne ku ji nêzîk ve ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin."
Di daxuyaniya Konsolosxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê de hat gotin ku
"Em li bendê ne ku bi hevkarî û hemahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî nêzîk bikin."
Di daxuyaniyê de tekezî li ser bipêşxistina hevkarî û piştevaniya di navbera aliyan de hat kirin û kêfxweşiya li hember vegera wezîrên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya ji bo Civata Wezîran hat nîşandan.
Wezîrên YNKê duh beşdarî civîna Encûmena Wezîran a bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bûbûn.
Di derbarê vegerandina wezîrên YNKê ya ji bo Civata Wezîran, Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan dabû û tekezî li ser wê yekê kiribû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîma vekirina Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî de piştevaniya banga Serok Mesûd Barzanî ji bo aştiya niştimanî ku bo aliyên siyasî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin