Li ser Instagramê rapirsîna mirina xwe çêkir û întihar kir

Li ser Instagramê rapirsîna mirina xwe çêkir û întihar kir

PeyamaKurd – Keçeke ciwan a malezî li eyaleta Salavak a Malezyayê (16 salî) li ser hesabê xwe yê Instagramê rapirsîneke bi navê ‘Ji min re bibin alîkar daku mirinê yan jî jiyanê hilbijêrim’ çêkir.

Hat ragihandin ku piraniya kesên beşdarî wê rapirsînê bûne, bijardeya mirinê dane pêş keça ciwan û wê jî li ser encamên rapirsîna xwe întihar kiriye û xwe kuştiye.

Li gorî lêkolîna polîsê malezî di rapirsînê de 69 kesan bijardeya mirinê daye pêşiya wê keçikê.

Wezîrê Werizîş û Ciwaniyê yê Malezyayê Syed Sarddip Abdul Rahman li ser vê bûyerê diyar kiriye, rewşa rûhîyeta ciwanên wan hatiye asteke gelekî metirsîdar û gotiye, pêwîste li qada netewî nîqaş li ser bên kirin.

Li aliyê din Instagramê ji bo rê li ber bûyerên wiha bigire meha sibatê ragihandibû ku ew dê naverokên hesas veşêrin û nehêlin kesên din bibînin. Lê belê hîn jî bûyerên wisa li ser torên civakî yên vekirî rû didin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin