PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand ku di 24 sietên dawiyê de 119 kes ji ber koronavîrusê jiyana xwe ji dest dane. Jimara testên ku di nav 24 sietên dawiyê de hatine kirin 39.429 e. Di nav testên ku kirine de 4 hezar û 611 kes posîtîv derketine. Heya niha bi giştî jimara kesên ku bi vîrusê ketine gihaye 95 hezar û 591 kesan.
Li gor rêjeya wezaretê kesên ku heya niha mirine jimara wan gihaye 2.259 kesan.1.454 kes ji nexweşînê baş bûne.
Wezîr Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Rêje bo me veya dibêjin:Bê hêvî nebe,nekeve rehawetê.Ji bîr neke ku ev her dû ji vîrusê talûketirin. Temas, mesafe, îzalasyon”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin