Li Hewlêrê agir bi bazareke mezin ket

Li Hewlêrê agir bi bazareke mezin ket

PeyamaKurd – Li Hewlêrê agir bi bazareke mezin a bi navê Hewler Mall li ser cadeya 30 metrî ber bi cadeya Şoreşê ve ket û di encamê de gelek dikan şewitîn.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê Serkewt Kareş diyar kiriye: “Şewata li vê bazarê, îro di saet 04:30yan derketiye û bûye sedema gelek zeraran.”

Serkewt Kareş da zanîn: “Niha agir hatiye kontrolkirin, lê zerarên maddî çêbûne û gelek dikan şewitîne.”

Bi gotina Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, di bûyerê de ti zerarên canî çênebûne.

Li gor zanyariyan, di şewata li vê bazarê de bi kêmanî 90 dikan bi temamî şewitîne. Lê ev yek hêj bi fermî nehatiye piştrastkirin.

Hêj ti aliyekî fermî sedema derketina şewata li bazara Hawler Mall nedaye xuyakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin