Wekîlê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir li paytexta Fransayê li Parîsê di konferansa bi navê “Piştî şerê IŞÎDê Kurdistan” de axaftinek kir. Di axaftina xwe got ku heke me nehiştibana Kerkûk bikeve, Efrîn jî nediket. Baydemir wiha berdewam kir:
“Heke hûn bixwazin ku li Rojhilata Navîn şer û tundî bisekine, divê berî her tiştî hûn hemî maf û azadiya Kurdan bidin wan.”
Heke me nehiştibana ku ew karesat bi serê Şernex, Cizîr, Sûr û Nisêbînê de were, li Kerkûkê jî ew binketin çênedibû. Heke Kerkûk neketibana, Efrîn jî nediket. Wextê ku me ev sekinandibana, li Mehabadê, li Sinê, li Kirmaşanê nûnerên ciwanên Kurd nedihatin daleqandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin