Qral îstîfa wezîran qebûl kir

Qral îstîfa wezîran qebûl kir

PeyamaKurd- Qralê Belçîkayê îstîfa wezîrên Hevkariya Nû ya Flaman qebûl kir. Li gor ragihandina Koşka Qraliyetê ya Belçîkayê, qral îstîfa wezîrê karên hundir Jan Jambon, wezîrê aboriyê Johan Van Overtveld, wezîrê bergiriyê Sander Loones, wezîrê koçberan û koçê Theo Francken û wezîrê yeksanî û têkoşîna li dijî xizaniyê Zuhal Demir qebûl kir.

Li gor ajansa Belga ya Belçîkayê; wê ciyê van wezîran vala nemîne û di şûna wan de, wê yên nû bên danîn. Di nûçeyê de wezîrê karên derve Didier Reynders wê di heman wextê de wezîfa wezîrê bergiriyê bigre ser milên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin