CHP: "Têra kongreyê îmze nehatin komkirin"

CHP: "Têra kongreyê îmze nehatin komkirin"

PeyamaKurd - Partiya Gel ya Komarparêz (CHP) ragihand ku jimareya delegeyên ku îmze dane 569 e, têra kongreyê îmze nehatine komkirin û loma jî kongreya neasayî nayê kirin. 

Navenda Giştî ya CHPê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo kongreyê îmzeya 622 delegeyan lazim e, lê belê delegeyên ku ji bo kongreya neasayî îmze dane 569 kes in. 

Navenda Giştî diyar kir ku ev îmzeyên hatine komkirin têrî kongreyê nakin û lom jî wek partî naçin kongreya neasayî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gor madeya 48emîn a rêzika CHPê, dema teslîmkirina îmzeyên bi tesdîqa noterê îro 17.00an de temam bû û wiha agahî hat dayîn:

"Delegeyên kongreyê yên partiya me hezar û 242 kes in. Loma jî li gor rêzika me piraniya ji bo kongreyê pêwîst e 622 kes in. Di encama kontrol û nirxandina îmzeyan de derketiye holê ku jimareya muraceetan 569 e. Berî 2ê tebaxê roja pêncşemê daxwazên bi teblîxata noterê gihîştine navenda giştî 8 in. Roja pêncşemê 618 belge teslîmî navenda giştî hatine girtin. 8 telebên berê yên bi rêya noterê hatine jî di nava van de hatine jimartin. Loma jî ji 618 belgeyan 4 heb tekrar in. Wek din 4 heb jî bêyî xebera kesê eleqedar lê hatine zêdekirin. Îmzeyên di 5 belgeyan de jî aîdî kesên ne delegeyên kongreyê ne."

Herwiha hat diyarkirin ku di 15 rojan de 31 kesî îmzeya xwe kişandiye. Ji ber van şert û mercan derketiye holê ku îmzeyên têrî kongreyê bikin nehatine komkirin û loma jî kongreya neasayî çênabe.

Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu wê 8ê Tebaxê Çarşemê Lijneya Rêveberiya Navendî kom bike û hin guherînan çêke.

Heyeta CHPê ya bo kongreyê dixebite jî ragihand ku, "Îmzeyên ku têrî kongreyê dikin teslîmî navenda giştî hatine kirin. Ji bo kongreyê nekin bi jimaran dilîzin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin