Bîlançoya xwînî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê: 5 hezar kes hatin qetilkirin

Dîroka Weşanê :
Bîlançoya xwînî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê: 5 hezar kes hatin qetilkirin

PeyamaKurd – Karbidestekî payebilind ê Îranê cara yekem amarên giran ên xwepêşandanên dawî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kirin û ragihand ku herî kêm 5,000 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya vî rayedarî ku ji Reutersê re axivî, pevçûnên herî dijwar û hejmara herî zêde ya qetilkirinan li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine.

Heman rayedarî îdia kir ku di nava kuştiyan de 500 karmendên ewlehiyê hene û berpirsiyariya mirinan xist stûyê "terorîst û saziyên biyanî yên ser bi Îsraîlê".

Li aliyê din, rêxistina mafên mirovan HRANA ragihand ku wan mirina 3,308 kesan piştrast kiriye û zêdetirî 24,000 kes jî hatine girtin. Rêxistina Hengawê jî bal kişand ser asta bilind a tedbîrên ewlehiyê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku bûne navenda serhildanê.