PeyamaKurd- Komela Mafên Mirovan ya Iraqê rêjeya encama xwepêşandanên Iraqê ragihand. Xwepêşandan ji meha êlûnê de heya niha dewam dikin. Komele got ku bi sedan kes hatine kuştin û gelek kes wendane.
Komele di beyana xwe de got ku ji roja xwepêşandan destpêkirine heya niha 550 kes mirine, 22 kes bizanîn û bi kemîn hatine kuştin û dahatûya 72 kesan nayê zanîn.
Xwepêşandêr ji meha êlûnê heya niha li dijî gendeliyê, kêmasiya avahiyên bingehîn, bêkarî û mudaxeleyên ji derve bo nava Iraqê û hin sedemên din bi dawî werin, dest bi xwepêşandanan kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin