Îstîxbarata Belçîkayê balê kisand ser rêxistina rastgir

Îstîxbarata Belçîkayê balê kisand ser rêxistina rastgir

PeyamaKurd- Îstîxbarata Belçîkayê (VSSE) balê kişand ser rojavayê Awrûpayê ku rastgir her diçe xurt dibin û grûbên wan heyranê naziyane û meyla wan bi ser şiddetê ve ye. Van agahiyan yên sala borî yên sala 2018 a ne.

Bi taybetî grûba bi navê “bestik sipî” bi van taybetmendiya ne. Di nava ciwanên xwendevan de bipêşketine. Di nava grûban de grûba Fransiz ya bi navê “Generation Identitaire” û ya Alman ya bi navê “Identitare Bewegung Deutschland” jî tê hêjmartin.

Li gor rapora îstîxbaratê; meyla çekdariyê di nava van grûban de zêde dibe. Xwe diceribînin, diçin li nîşanê didin, bi rêya qanûn an bi qaçaxî ji xwe re sîlihan dikirin. Sedema kirîna sîlihan weka dijîtiya navbera misilman û xîrîstiyanan nîşan didin û dibêjin divê li gor wê xwe amade bikin.

Xwe birêxistina ciwanan bêhtir di nava zankoyan de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin