PeyamaKurd – Li eyaleta Nîger ya Nîjeryayê ji ber barana zêde û bahoza beşek ji girtîgehê hilweşiya 119 girtî reviyan.
Berdevkê Girtîgeha Herêma Federal a Paytextê (FCT) Adamu Duza di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku doh ji ber barana zêde û bahoza li herêma Suleja ya Nîjerê beşek ji girtîgehê hilweşiya.
Duza da zanîn ku ji ber vê sedemê 119 girtiyên di girtîgehê de reviyane û diyar kir ku di lêgerîna hêzên ewlehiyê de heta niha 10 girtî hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin