PeyamaKurd- Partiya Aştî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) îro 20ê Çileyê koma partiya xwe li dijî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî sînorê Nisêbîn û Qamişloyê civand.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, piştî meşa ber bi sînor ve axaftinek kir û bertek nîşanî êrîşên hêzên Şamê yên ser Rojavayê Kurdistanê da.
Bakirhan, rûdanên vê dawîyê wekî komkujî û pirkirin bi nav kir û got, Rojava ne tenê parçeyek erd e, herwiha hêvî û berxwedan e.
Bakirhan, Tirkiye bi piştevaniya hêzên Şamê di êrîşan de tawanbar kir û diyar kir, dixwazin Kurd bê nasname, bê ziman û bê statu bijîn, lê ew dê li hember vê têkoşînê bidin.