Bakirhan: Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye

Bakirhan: Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di serdana xwe ya navçeya Geverê ya Colemêrgê de bertek şanî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akiş û di şûna wî de tayînkirina qeyûm da û got: “Qeyûm ne çare ye. Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re, serdana Şaredariya Geverê kirin û li kuçeyan bi esnafên navçeyê re sohbet kirin.

“Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye”

Tuncer Bakirhan piştre daxuyaniyek da çapemaniyê û got: “Qeyûm ne çare ye û ne jî çareseriye. Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye. Em careke din hişyariyê didin AKPê, qeyûmê xwe vekişînin. Feraseta xwe ya qeyûman bi dawî bikin. Eger bi rastî hûn dixwazin pirsgirêkan çareser bikin, vîna gelê Kurd diyar e û em ji nîqaşê re amade ne. Lê belê ger hûn bibêjin em di polîtîkaya qeyûman de bi israr in, em ê jî li ber xwe bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin