PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper, li ser peymana bi Talîban a Afganistanê re hatiye girêdan ragihand, ji ber aloziyên heyî dibe ku peymana di navbera wan û Talîbanê de têk biçe.
Mark Esper got, metirsî heye ku ew lihevkirin ji ber rawestandina hewldanên siyasî li Kabulê û zêdebûna tundiyê li hinek deverên din hilweşe.
Talîban û Washingotonê piştî danûstandinên domdirêj li ser rawestandina tundiyê li hev kiribûn ku piştî peymanê jî êrîş ranewestiyan.
Esper destnîşan kir ku hikûmeta Afganistanê ne parçeyek ji lihevkirina di navbera Amerîka û Talîbanê de bû.
Li gorî peymanê divîyabû di berdêla berdana 5 hezar endamên Talîbanê de, Talîban jî nêzî hezar leşker û polîsan serbest berde, lê xalên peymanê nehatine bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin