Serfermandarê Ukraynayî: Tanqên Fransî, ji bo êrîsan ne guncaw in

Serfermandarê Ukraynayî: Tanqên Fransî, ji bo êrîsan ne guncaw in

PeyamaKurd- Serfermandarekî Ukraynayî, li ser tanqên AMX-10 RC ên ji Fransayê hatine wergirtin axivî û diyar kir ku ji ber zirxên xwe yên tenik, ew tanq ji bo êrîşên dijber ne guncaw in.

Fermandarê tabûra 37. ê Tûgaya Piyade ya Deryayî ya li herêma Donetskê Major Spartanets ragihand ku wî li qada şer çavdêriya tanqên Fransî kiriye.

Spartanets, di derbarê mijarê de got ku "Ji ber zirxên xwe yên sivik, ji bo gulebarana piştgiriyê tên bikaranîn. Çekên wan ên baş û amûrên çavdêriyê yên gelek baş hene. Lê mixabin zirxên wan ên sivik wan ji bo êrîşê guncaw nake." 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di meha çileyê de soz dabû ku maşînên zirxî yên kifşê yên bi teker ên bi livîna bilind dê werin radestkirin. Li gorî Ukraynayê, 4 meh piştî vê sozê, tanqên navborî li eniyê dest bi xizmetê kirin. 

Li gorî gotina Major Spartanets, “Zirxên tenik ên tanqên Fransî di vî şerî de qelsiyek mezin îsbat kir ku êrîşên topên giran berdewam bûn. 

Hin bûyer hene ku guleyek 152 mm li nêzîk teqiya û şarapnel li wesayitê ket û qul bû. Ev yek carek bû sedema mirina tîmê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin