Barzanî: Rojên xwes li benda me ne, Kurdistan bihêztir dibe

Barzanî: Rojên xwes li benda me ne, Kurdistan bihêztir dibe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê beşdarî merasîma xelatkirina nivîskar û vekolerê navdarê kurd Kelîmullah Tewehudî bû û axaftinek kir.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku zêdetirî 6 mehan e hilbijartin hatine kirin lê heta niha hikûmet pêk nehatiye û got, “Gîrobûna hikûmetê tiştekî normal e. Berjewendî û xêra Herêma Kurdistanê wisa dixwaze ku hikûmet li ser hemdê xwe pêk were da ku hikûmetek bihêz û Kurdistaneka bihêz pêk were.”

Barzanî destnîşan kir, “Rojên xweştir li benda Herêma Kurdistanê ne û em ber bi Kurdistaneke bihêz pêngavan davêjin.”

Serokwezîr Barzanî herwiha bi bîr xist ku îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî ye û xebatên rewşenbîr û nivîskarên Kurd Mîqdat Mîthad Bedirxan, Abdulrahman Bedirxan, Pîremerd, Husnî Mukriyanî, Dara Tofîq, Salih Yusifî, Şakir Fattah û Mûsa Anter bi bîr xist û Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên kurd pîroz kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin