PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê di encama teqîn ku Şi Silêmaniyê di avahiyek pêk hat de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Bûyer li Taxa Aştî ya Silêmaniyê li gorî demjimêra herêmî di 09.20an de li ser banê avahiyekê pêk hat.
Hat diyarkirin ku di dema teqînê de hosteyekî ku li ser banî dixebitî jiyana xwe ji dest daye.
Jêderan ragihandin ku meytê hosteyê ku ji ber teqînê jiyana xwe ji dest da birine saziya tiba edlî ya Silêmaniyê.
Jêderan her wiha ragihandin ku personelekî Dezgeha Parastina sivîl jî ji ber dûmana teqînê bi bandor bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin