PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Amerîkayê Madeleine Albright di 84 saliya xwe de wefat kir. Malbata wê ragihand ku bi sedema peçeşêrê wefat kiriye.
Albright di sala 1937 an de li Çekoslovakyayê hatiye dinyayê û malbata wê di sala 1948 an de çûye Amerîkayê. Albright, di dewra duyê ya serokatiya Bill Clington de di navbera salên 1997-2001 an de bû wezîra karên derve ya Amerîkayê.
Albright di sala1993 an de di Neteweyên Yekgirtî de nûnertiya Amerîkayê dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin