PeyamaKurd – Hevkariya di navbera PDK ê, Tevgera Sadr û Erebên Sunnî, bi navê “Hevkariya Rizgariya Niştîman” hat binavkirin û namzedên xwe yên ji bo serokkomarî û serokwezîrtiya Iraqê ragihandin. Piştî civînê her sê tevger derketin ber çapemeniyê.
Li ser navê Tevgera Sadr Hesen Ezarî ragihand ku navê hevkariya xwe kirine “Hevkariya Rizgariya Niştîman”. Ezarî ragihand ku namzedê wan ji bo serokkomariya Iraqê Rêber Ahmed e û ji bo serokwezîrtiyê jî Mihemed Cafer e.
Parlementoya Iraqê di 26 ê mehê de dicive û serokkomar dibjêre. Piştî serokkomar dest bi wezîfa xwe kir, wê serokwezîr wezîfedar bike da hukumeta nû ava bike.
Ezarî da zanîn jî, kandîdê wan bo serkomariya Iraqê Rêber Ehmed û kandîdê wan bo serokatiya hikûmetê jî Mihemed Cafer e.
Parlementoya Iraqê roja 26 vê mehê dicive û serkomarê nû hildibijêre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin