Bi rizamendiya Îranê meytê siyasetmedarê Kurd Elî Qazî li Mehabadê tê vesartin

Bi rizamendiya Îranê meytê siyasetmedarê Kurd Elî Qazî li Mehabadê tê vesartin

PeyamaKurd – Bi rizamendiya Îranê, meytê siyasetmedarê Kurd Elî Qazî wê li bajarê Mehabadê û li kêleka tirba bavê wî pêşewa Qazî Mihemed were veşartin.

Li gor Balyozê Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî ji malpereka Îranî re diyar kir, hikûmeta Îranê li ser daxwaza malbatê razî bûye meytê Elî Qazî ku çend roj berê li Almanya koça dawî kiribû, li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê were veşartin.

Herwiha dîplomatê Îranî da zanîn, malbata Qazî dikarin li her cihê ku bixwazin meytê Elî Qazî veşêrin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin